Li sînorê Hengejale êrîşî ser Kolberan hate kirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê li sînroê Hengejale ya li Baneyê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de kolberekî Kurd yê temen 27 sal bi navê Wiriya Şerîfî ku, gule ber serê wî ketiye demûdest canê xwe ji dest daye.
Hengawê diyar kiriye ku, di nava sê mehan de herî kêm 8 Kolberên Kurd bi destê çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin