Serokê vê komê dibêje emê biçin Moskowa û dadgemdî bicîh bikin.
Ev çend roje di navbera artêşa Rûsye û koma çekdar ya Wagner ya bi Serokatiya dostê herî nêz yê Serokê Rûsyeyê Eugene Priguzhin şer û pevçûn destpê kirine.
Çapemeniya cîhanî qala vê yekê dikin ku, sedema pevçûnan jiber bordiman kirina koma Wagner ji aliyê artêşa Rûsyeyê veye.
Lê çapemeniya Rûsî jî dibêje koma Wagner serî hildaye û dijî Rûsyeyê tawan kiriye.
Rûsye daxwaz ji çekdarên Wagner dike dev ji çekên xwe berdin û xwe radestî artêşa Rûsî bikin lê Serokê koma Wagner jî dibêje bi ti awayî tişteke wisa nake û vê şerê wan dijî dîktatoriyeta Moskowayê şoreşa xwe bidomînin û diçin Moskowayê bo cîhbicîh kirina dadmendiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin