Vê 15 bajarên nû ava bike.
Wezareta mesken û nîştecîh kirinê ya Îraqê ragihandiye ku, hikûmet bo çareser kirina kêşeya nîştecîhbûnê û kêm bûna xaniyan dest bi hewldaneke cidî kiriye.
Li gor daxuyaniya vê wezaretê vê hikûmeta Îraqê bo çareser kirina wan kêşeyan li seraserê welat 15 bajarên nû ava bike û hikûmet jî daxwaz ji kompaniyên bînasaziyê kiriye ku, beşdarî di îhaleya ava kirina wan bajaran de bikin.
Wezaretê eşkere kiriye ku, niha pêdiviya Îraqê 3 miliyon xaniyan heye lewre bo kêm kirina vê pêdiviya han weke pêngava yekem vê 5 bajaran ava bike û pêngav bi pêngav bajarên din jî werin avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin