YE dorpêçên nû dixe ser Îranê

ev her çar kompaniyên Îranî hevkariya Rûsyeyê dikin.
کوردستان TV
100%

Vê care 4 kompaniyên Îranî hatine cezakirin.

Yekîtiya Ewrûpayê ragihandiye ku, pakêceke nû ya dorpêçan dijî Îranê xistiye meriyetê.

Li gor daxuyaniya YE di pakêca nû ya dorpêçan de, 4 kompaniyên Îranî yên ser bi rejîm û spaha Pasdaran ku, karê pîşesaziya berevaniyê dikin, jiber hevkarî kirina Rûsyeyê di şerê dijî Ukraynayê de hatine cezakirin.

YE ev yek daye zanîn ev her 4 kompaniyên han yên Îranî dronan amade û radestî Rûsyeyê dikin û Rûsye jî wan dronan li dijî Ukraynayê bikar tîne, lewre ev her çar kompaniyên Îranî hatine cezakirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.