Serokwezîr fermana dabîn kirina pere bo Xwendekarên Şingalê da

bi qasî 82 miliyon dînar bo wan tê dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Ev pere bo hatûçûya Xwendekarên devera Şingalê ye.

Wezareta perwerde ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana dabîn kirina pereya hatûçûya Xwendekarên Şingalê daye.

Li gor fermana Serokwezîrê Kurdistanê bo nêzî 800 Xwendekarên Şingal û derdorê bi qasî 82 miliyon dînar tê dabînkirin.

Her sal Serokwezîrê Kurdistanê weke hevkarî kirina Xwendekarên Şingal û derdorê fermana dabîn kirina mesrefên hatûçûya Xwendekarên Şingal û derdorê dide.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.