Du pêşmergeyên Rojhilatî canê xwe ji dest dane.
Li gor zaniyariyên berdest îro danê sibê pevçûn di navbera her du baskên komele de li Zirgivêzê derketiye.
Di vê derbarê de komîteya navendî ya komeleya zehmetkêşên Kurdistanê ragihandiye ku, pêşmergeyên komeleya Şoreşgêr bi çekên giran êrîşî ser navendeke perwerdehiya me ya li Zirgêvêzê kirine û di encama vê êrîşa han de du pêşmergeyên me canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn ev her du baskên komele beriya 7 mehan lihev kiribûn û yekgirtina xwe ragihandibûn lê beriya du rojan dîsa ragihandin ku, lihev nekirine û dîsa jihev veqetiyane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin