Behsa kar çalakiyên UNDP hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke NY civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke bilind ya Netewên Yekgirtî bi Serokatiya Alîkarê Sekreterê giştî û birêveberê herêmî ya bernameya Neteweyên Yekgirtî bop ere pêdanê (UNDP) taybet bi welatên Erebî Abdullah Dardari kir.
Di civînê de Alîkarê Sekreterê giştî yê NY bi awayeke kuert behsa kar û çalakiyên UNDP û armancên serdana xwe bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, dixwazin di warê pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û rûbirû bûna bandorên nerênî yên guhertina keş û hewayê alîkariya wan welatan bikin.
Me behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta di warê pir cure kirina abûrî, dîcîtalîzekirin û kara kirina sîstema bankî û asankarî krin bo Hêlbirênerên navxweyî û derve kir û herwiha balkêşande ser parastina samanên avê û ava kirina bendavan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin