Di nava girtîgehê de şer û pevçûn qewmiye.
Li gor çapemeniya cîhanî duhê bişev li girtîgeheke taybet bi jinan li Hondurasê di navbera endamên du komên çete de şer û pevçûn çê bûye.
Di ecama şer û pevçûnan de 25 jin hatine şewitandin û 16 jinên din jî bi çek hatine kuştin û bi giştî 41 jin hatine kuştin.
Heta niha sedema pevçûnê nehatiye zanîn û polîs jî bi tundî modaxileya rewşê kiriye û ji hêzên polîs jî çend kesek birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin