Holenda berdewam dibe li ser hevkarî kirin li gel Kurdistanê

Holenda dixwaze hevkarî û hemahengiya xwe li gel Kurdistanê zêdetir bike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê li gel balyozê Holendayê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Holendayê yê li Îraqê Hans Sadney kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Kurdistan û Îraqê yên li gel Holendayê, rewş û pêşhatên navxweyî yên herêma Kurdistanê, Îraq û deverê hate kirin û her du alî balkêşandine ser rewşa kempên penaberan yên li herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî rixmî pîrozbyaî kirin li Hans Sadney weke balyozê Holendayê, hevdem hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên wî diyar kir.

Barzanî herwiha spasiya hevkariyên Holendayê yên bo Kurdistan û Îraqê kir, bi taybetî hevkariyên bo pir cure kirina çavkaniyên dahat û kerta çandiniyê.

Ji aliyê xwe ve balyozê Holendayê jî xwesteka welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Kurdistan û Îraqê anî ziman û jiber hevkariyên ku, pêşkêşî Penaberan jî kiriye, spasiya herêma Kurdistanê kir.

Nirxandina rewşa mafên mirovan, kar û çalakiyên saziyên medenî li Îraq û Kurdistanê û çend babetên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.