Dibêje bernameya etomî tenê bijardeyeke.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî duhê bişev jiber du saliya Serokkomariya xwe gotarek pêşkêş kiriye û ragihandiye ku, rêkeftina bernameya etomî ya di navbera Îran û welatên Rojavayê de tenê bijardeyeke û eger Îran bixwaze anjî eger şer û mercên Îranê neyên cîhbicîhkirin, vê demê Îran dikare dev ji vê bijardeyê berde.
Îbrahîm Reîsî eşkere kiriye ku, niha têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê gelek baş û bihêzin û vê baştir jî bibin û Îran ti carî Siûdiye bi dijminê xwe nezaniye.
Nav hatî eşkere kiriye ku, 15 welatên cîran yên Îranê hene û Îran dixwaze li gel wan xwedan têkiliyên gelek baş û bihêz be lê mimkune Amerîka rê nede hinek ji wan welatan ku, têkiliyên xwe li gel Îranê baş bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin