Îsraîl û Rûsye li ser Îranê lihev kirine

Rûsye daxwaza Îsraîlê qebûl kiriye û çekên pêşkeftî nade Îranê.
کوردستان TV
100%

Rûsye çekên pêşkeftî nade Îranê.

Kanala 12 ya Îsraîlê li ser zarê rayedarên Îsraîlî belav kiriye ku, di navbera Îsraîl û Rûsyeyê de lihev hatinek derbarê Îranê de hatiye kirin.

Li gor nûçeya kanal 12 ya Îsraîlî, Îsraîl kariye Rûsye razî bike ku, ji niha û pêde çekên pêşkeftî û herwiha teknolojiya çê kirina çekên pêşkeftî nede Îranê.

Çavkaniyê eşkere kiriye ku, Îranê bo ku, çekên pêşkeftî yên berevaniya esmanî ji Rûsyeyê bistîne dronên întîharî dide Rûsyeyê û Îsraîl jî daxwaz ji Rûsyeyê kiriye ku, nabe çekên pêşkeftî û teknolojiya çê kirina wan bide Îranê.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.