Dibêje destê wan di ceza kirina xelkê de hebûye.
Wezîra derve ya Kanadayê Melanie Julie ragihand ku, hikûmeta wê pakêceke nû ya dorpêçn dijî Îranê amade kiriye.
Li gor gotinên wezîra derve Melanie Julie vê hikûmeta Kanadayê di çarçoveya dorpêçên nû de yên ku, li ser Îranê disepîne, hijmareke zêde dadwerên rejîmê jî werin cezakirin.
Melanie Julie diyar kiriye ku, hikûmeta Kanadayê di vê baweriyê deye ku, ev dadwerên han yên Îranî di ceza kirin û îdam kirina welatiyên Îranî û herwiha binpê kirina mafên mirovan de xwedan roleke gelek girîngin lewre hatine cezakirin.
Di vê pakêca nû ya dorpêçên Kanadayê de herî kêm 12 dadwerên dadgeha Şoreşê ya Îranê hatine cezakirin û li gor cezayê jî vê dest li ser milk û malên wan were danîn û bi ti awayî rê bi wan neyê dayîn ku, serdana Kanadayê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin