Di konferansa bihevre jiyana aştiyane de gotarek pêşkêş kir.
Îro bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî konferansek bi navê Kurdistan wargeha bihevre jiyana aştiyane ji aliyê wezareta karûbarên olî ve hate organîzekirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê konferansê de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser çend mijarên girîng.
Serokwezîrê Kurdistanê di destpêka gotara xwe de spasiya Organîzatorên konferansê kir û bixêr hatina mêwan û amadebûyan jî kir û pişt re xetab bi Mamosteyên olî û Mamosteyên zanîngehan ragihand ku, pêdiviya me bi şîretên we heye weke çawe we kariye heta niha bi şîretên xwe Kurdistan bikin wargeha bihevre jiyanê, hêvî dikim bi heman awayî nibişên nû jî perwerde bikin.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, ji destpêka dîroka mirovatî heta îro gelek karesatên mezin jiber gotara tundûtîj û kînê bi ser mirovatî de hatine, di vê serdema han de ku, serdema teknolojiya û pêşkeftinêye hîn jî gotarên bi vê rengî hene û cîhê dilgiranîne û bandorên wan jî li berçavin û dibînin li hin deverên cîhanê şer û tundûtîjî û rijandina xwînê berdewame.
Barzanî diyar kir ku, weke navê konferansê jî Kurdistan bi hezaran sale wargeha bihevre jiyana aştiyane bûye, ol, etnîk û ramanên cuda cuda liwir hene û gelek pêkhateyên cuda li Kurdistanê hevdû qebûl kirine û bihevre bi awayeke aştiyane dijîn, li Kurdistanê hevûdu qebûl kirin û bihevre jiyana aştiyane bûye beşeke sereke ji jiyan û çanda me.
Li gelek deverên Kurdistanê Kurd, Tirkman, Ereb, Mesîhî, Yehûdî, Êzidî û Zerdeştî jiyane û di rojên dijwar de bihawara hev çûne, ez weke Mesrûr Barzanî xelkê gundekême ku, têde mizgef, kilîse û keenest têde hebûye. Bi vê çanda han serfirazim û hertim hewl bo parastin û bihêztir kirina vê çanda han didim.
Her çend Kurdistan bi hezaran sal wargeheke aram bûye bo bihevre jiyana aştiyane, lê mixabin hertim ketiye ber êrîşên dijminkarane yên radîkalizmê. Hertim hewl bo vê yekê hatiye dayîn daku, ev çanda han ya bihêz ya Kurdistanê were ji nav birin, ji bilî vê jî hewl bo ji nav birina netewe û pêkhateyên Kurdistanê hatiye dayîn. Dîroka me şahêdî li ser vê yekê dide ku, jiber wan taybetmendiyan welatê me hertim rastî êrîşên mezin yên dijminkarane hatiye, rastî komkujî û karesatên gelek mezin hatiye. Wêran kirin, şewitandin, enfal kirin, kîmiyabaran kirin, bi awayeke zindî xelk bin erdkirin tevahiya wane karesatên dijî însanîne ku, ji encama hizira dijminkarane li hember Kurdistanê bi ser gelê Kurdistanê de hatine.
Îro gelek ji wan kes û aliyên ku, êrîşî ser me û welatê me kirin û xwestin ji nav bibin nemane, lê welatê me û çanda bihevre jiyana aştiyane hîn jî maye û berdewame, sedema mayîna me jî çanda bihevre jiyanê ye, hun dizanin serdema Şoreşa Îlonê, rixmî ev hemû komkujiyên ku, bi ser gelê me de hatine sepandin, lê Barzaniyê Nemir hertim diyar kiriye ku, rê nade şerên navbera pêşmerge û rejîmê bibe şerê navbera Kurd û Ereb. Di dema raperînê de jî ku, tenê sê sal bi ser enfal û kîmiyabaranê de derbas bibû, gelek leşkerên Îraqî bidîl hatin girtin, lê cenabê Serok Barzanî daxwaz kir ku, rêz ji wan were girtin û werin parastin.
Em hertim ev çanda han û ev gotara han diparêzin û gotara me hertim gotara hezjêkirin û rêzgirtinêye, lê mixabin dibînin ku, hîn jî wane ji dîrokê nehatiye wergirtin, dîsa çend kes û aliyek mixûlî belav kirin û geşe pêdana hizra şovenî li dijî Kurdistanê ne, me bo awa kirina Îraqeke demokrat û federalî gelek saziş kir, me gelek hewl da daku, Îraqeke nû were avakirin ku, têde tevahiya pêkhateyan hest bi aramî û bextewerî û yeksaniyê bikin, lê niha dibînin ku, hêdî hêdî ev prosesa han ber bi aliyeke din ve diçe û Îraq ber bi cîhekê ve dibe ku, dîsa rastî ezmûnên nebaş yên derbasbûyî were.
Dibînin hewl bo binpê kirina mafên me yên destûrî tê dayîn, gotara dijminkarane û kînê dijî Kurdistanê tê belavkirin. Hîn ji li Kerkûk û gelek deverên din yên navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gef li Kurd û pêkhateyên din tê kirin, Lazime rayedarên Bexdayê rêz ji destûrê bigirin, wane ji dîroka derbasbûyî werbigirin û rê nedin ezmûna derbasbûyî were dubarekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin