Cîhadiyan 25 girtiyên DIŞI azad kirin

10 ji wan terorîstên reviyayî welatiyên Îraqê ne.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya wan jî dibêje ji girtîgehê reviyane.

Li gor zaniyariyên berdest duhê li bajarê Serê Kaniyê, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ku, bihevre ev dever dagîr kirine, 25 terorîstên DIŞIê yên girtî azad kirine.

Ji aliyeke din ve çapemeniya nêzî komên cîhadî qala vê yekê dike ku, ev terorîstên han ji girtîgehê reviyane.

Hate zanîn ku, 13 ji wan terorîstan Sûrî, 10 din jî Îraqî û ewin din welatiyên Kuwait û Siûdîne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.