Wezîrê derve yê Amerîkayê derbarê lihev nêz bûn li gel Îran daxuyanî da.
Piştî belav bûna nûçeyan ku, qala lihev nêz bûna Amerîka û Îranê derbarê bernameya etomî ya Îranê û azad kirina welatiyên Amerîkî yên ku, li Îranê girtîne, wezîrê derve yê Amerîkayê daxuyanî da.
Di vê derbarê de duhê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku, heta niha ti lihev nêzbûn anjî li lihev kirinek di navbera Amerîka û Îranê de derbarê bernameya etomî ya Îranê û azad kirina welatiyên Amerîkî yên ku, li Îranê girtîne çê nebûye.
Antony Blinken herwiha diyar kiriye ku, Amerîka û hevparên wî berdewamin li ser hewldanên xwe yên bo lawaz kirina bernameya etomî ya Îranê û dabîn kirina ewlekarî û aramiya deverê lewre tiştên ku, derbarê lihev nêzbûna Amerîka û Îranê de têne gotin ne rastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin