Îtlaata rejîma Îranê rê nedaye wî ji welat derkeve.
Li gor nûçeyeke voa rayedarên rejîma Îranê û wezareta îtlaatê ya rejîma Îranê rê nedane oldar û Mamosteyê olî yê navdar yê sune Mewlevî Ebdulhemîd ji Îranê derkeve û biçe hecê.
Wezareta îtlaata Îranê ragihandiye ku, derketina wî ji Îranê negoncawe lewre nabe rê jê re were dayîn ji Îranê derkeve.
Mewlevî Ebdulhemîd oldar û Mamosteyeke olî yê navdar yê suneye ku, li başûrê Îranê gelek xwedan hêze û herwiha di nava suneyên Îranê de jî xwedan hêzeke zêde ya civakiye.
Nav hatî di dema xwepîşandanên Jîna Emînî de gelek bi dijwarî rexne li rejîma Îranê dikir û yek ji neyarên navdar yê rejîma Îranê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin