Pentagon: Rûsye me tehrîk dike

dibêje emê berevaniyeke bêhempa ji hêzên xwe bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em naxwazin raste rast şerê Rûsyeyê bikin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku, bi Pentagon tê nasîn, daxuyaniyek belav kiriye û têde qala vê yekê kiriye ku, Rûsye li Sûriye zêdegaviyan dijî hêzên Amerîkî dike.

Di daxuyaniya xwe de Pentagon behsa vê yekê kiriye ku, hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê rixmî hebûna rêkeftinan di navbera Amerîka û Rûsyeyê de lê zêdegavî dijî hêzên Amerîkî dikin û hewl didin hêzên Amerîkî tehrîk bikin.

Pentagon tekez li ser vê yekê kiriye ku, Amerîka naxwaza li Sûriyeyê raste rast şerê Rûsyeyê bike lê eger neçar bibe vê berevaniyeke bêhempa ji hêzên xwe bike.

Amerîka herwiha daxwaz ji Rûsyeyê kiriye ku, pêbendî rêkeftinên du alî be.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.