Pevçûn di navbera polîs û qaçaxçiyan de qewmiye.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, şeva derbasbûyî li bajarê Nasiriyeyê ku, navenda parêzgeha Zîqarêye pevçûn di navbera hêzên polîs û qaçaxçiyên madeyên hişber de çê bûye.
Di encama pevçûna han de herî kêm 2 polîs hatine kuştin û çend polîsên din jî birîndar bûne.
Polîsa Îraqê ragihandiye ku, hewldanên wan bo girtina qaçaxçiyan berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin