Balyozê Îspanyayê li Bexdayê hatiye Hewlêrê.
Îro berpirsê fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwaziya balyozê Îspanyayê yê li Îraqê Pedro Martinez kir.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îspanyayê û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han hate kirin.
Her di heman civînê de Sefîn dizeyê behsa xwesteka Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li gel welatên cîhanê û bi taybetî Îspanyayê kir û ragihand ku, Kurdistan amadeye di her warî de têkiliyên xwe li gel Îspanyayê berfiretir bike.
Ji aliyeke din ve her îro şanda Îspanî serdana wezareta avedan kirinê ya hikûmeta Kurdistanê kir û behsa kar û çalakiyên ev kompaniya Îspanî yaku, kar li ser rakêşana xeta şemendefer ya Kurdistanê dike kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin