Koptereke Amerîkî kete erdê

heta niha sedema ketina kopterê nehatiye zelalkirin.
کوردستان TV
100%

22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî ragihandiye ku, direngiya şeva derbasbûyî li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê, jiber sedemeke nediyar koptereke leşkerî ya hêzên Amerîkî ketiye erdê.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye gotin ku, di encama bûyera han de 22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Herwiha ev yek jî hatiye eşkere kirin ku, lêkolîn li ser bûyera ketina kopterê didomin û hîn jî nediyare gelo ev kopter çima û jiber çi ketiye erdê.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.