Jiber li ser nekirina leçikan ev pêşengeh hatiye daxistin.
Li gor çapemeniya Îranê îro yekeşm hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Qezwînê pêşengeha navnetewî ya li vê bajarê daxistine.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, pêşengeha navnetewî ya Qezwînê jiber li ser nekirina leçikê ji aliyê jinan ve hatiye daxistin.
Dozgerê giştî yê li Qezwînê Hesen Recebî diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî gelek hewl dane daku, jinan neçar bikin leçik li serê xwe bikin lê serkeftî nebûne lewre bi neçarî ev pêşengeha han daxistine.
Weke tê zanîn piştî şoreşa Jîna Emînî ji li Îranê weke berê leçik li serê xwe nakin û rejîm jî gef li ser ceza kirina wan jinan dike ku, leçik li ser nakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin