Îraq bi qasî 2.5 miliyar euroyên Îranê azad kir.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Ziya Nasirî ragihandiye ku, di serdema hikûmeta Mihemed Sûdanî de bi qasî 2.5 miliyar euroyên Îranê yên ku, li Îraqê hatibûn blokekirin hatine azadkirin.
Ziya Nasirî herwiha eşkere kiriye ku, piştî azad kirina pereyên han vê xelkê Îraqê bi baştir bûna rewşa elektirîkê li vê welatî bihesin.
Ji aliyê xwe ve rayedarên Îranî jî diyar kirine ku, vê beşek ji wan pereyan bo welatiyên Îranî yên ku, diçin Hec û ev welatiyên ku, biçin Kerbela û Necefê xerc dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin