Fûad Husên: Kêşeyên taybet bi para Kurdistanê hatin çareser kirin

vê îro dengdan li ser bûdceyê bi dawî bibe.
کوردستان TV
100%

Dengdana parlementoya Îraqê derbarê bûdceyê de berdewame.

Serokê şanda danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê li Bexdayê Fûad Husên ragihand ku, nakokî û kêşeyên taybet bi para herêma Kurdistanê ji bûdceya sê salên pêş ya Îraqê hatine çareserkirin.

Husên eşkere kiriye ku, xala 7an ya madeya 14an xala herî dawî ya nakokî û aloziyan bû û li ser vê yekê jî rêkeftin hatiye kirin û ti kêşeyek nemaye.

Ji aliyeke din ve duhê bişev parlementoya Îraqê tevahiya made û xalên taybet bi para herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî pejrand û tenê çend madeyên taybet bi bûdceya giştî mane vê îro ev madeyên han jî werin pejrandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.