Kurdistan û Azerbayican têkiliyên xwe bihêztir dikin

Azerbayican Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike.
کوردستان TV
100%


Serokê herêmê li gel şandeke balyozxaneya Azerbayicanê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Azerbayicanê li Îraqê Nesîr Memdov kir.

Di civînê de her du aliyan behsa têkiliyên navbera Azerbayican û herêma Kurdistanê kir û nîqaş li ser çawetiya pêşde birina têkiliyên Azerbayicanê li gel herêma Kurdistan û Îraqê kirin.

Her du alî di civînê de li ser hebûna derfetên goncaw bo pêşde birina têkiliyan bi taybetî di warê abûrî, bazirganî û torîzmê de hemfikir bûn.

Her di heman civînê de her du aliyan behsa destpê kirina prosesa vekirina Konsulusxaneya Azerbayicanê li Hewlêrê kirin ku, beriya niha di civîna navbera Serokê herêma Kurdistanê û Serokê Azerbayicanê ya li Munichê de nîqaş li ser hatibû kirin.

Serdana Serokê herêma Kurdistanê bo Bakû, rewşa giştî ya deverê û çend babetên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.