Her diçe lîreya Tirkî zêdetir buhayê xwe ji dest dide.
Îro çarşem li gel vekirina bazar û burseyan li Tirkiyeyê, lîreya Tirkî yaku, buhayê xwe gelek ji dest daye, dîsa daket û buhayê xwe ji dest da.
Niha li burseya Tirkiyeyê buhayê 1 dolarê Amerîkî gehêştiye 23 lîreyan û buhayê 1 euro jî gehêştiye 24 lîre û 70 qirûşan.
Hikûmeta Tirkiyeyê jî rixmî tedbîrên abûrî bo pêşî girtin ji daketina zêdetir ya buhaya lîreyê, lê lîre bi berdewamî buhayê xwe ji dest dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin