Kompaniya Japonî hêlbirîna xwe li Kurdistanê zêde dikin

Japon û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel alîkar wezîrê derve yê Japonê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Japonî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Japonî bi Serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Japonê û berpirsê karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqa Kansuke Nagaoka kir ku, ji her yek ji balyozê Japonê yê li Îraqê Futoshi Matsumoto û nunerên hijmarek kompaniyên Japonî pêk hatibû.

Me kêfxweşiya xwe bi serdana şanda japonî bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, ezmûna pêşkeftî ya Japonê hêjayê vê yekêye ku, mirov fêde ji bistîne bi taybetî di ware abûrî, hêlbirîna samanên însanî û pêgehandina nibşên nû li ser bingehê dahênan û afirandin ku, di vê warî de ezmûna Japonê cîhê rêzdariyê ye û mirov dikarê fêdeyeke gelek zêde ji bistîne.

Şanda Japonî jî tekez li ser vê yekê kir ku, derfetên gelek zêde hene bo geşe pêdana hêlbirîna Japonî li herêma Kurdistanê ku, di nava çend salên derbasbûyî de di ware bînasazî û avedan kirinê de gelekî pêşketiye.

Di civînê de me nêrînên xwe yên derbarê derfetên pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Japonê di warên veguhastin, gehandin, çandinî, xwendin û pîşesazî de lihev veguhest.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.