Swîs jî têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

behsa prosesa pêşkeftina herêma Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyoza Swîsê ya li Îraq û Urdinê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swîsê ya li Îraq û Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Swîsê li Îraq û Urdinê  birêz Emilia Georgiova kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewş û pêşhatên giştî yên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swîsê kir.

Me balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Swîsê û fêde wergirtin ji ezmûna pêşkeftî ya vê welatî di warên curbicur de.

Balyoza Swîsê li Îraq û Urdinê Emilia Georgiova behsa prosesa avedanî û bînasaziyê li herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê pêşesazî û bazirganî de diyar kir.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, girîngiya dabîn kirin û rêz girtin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, rewşa kempên awareyan yên li herêma Kurdistanê, afirandina derfetan bo vegera wan bo cîhên xwe, rûbirû bûna bandorên nerênî yên guhertinên keş û hewayê û girîngiya parastina çavkaniyên avê û çend babetên din mijara civîna me bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.