Balyozxaneya Îranê li Siûdiyeyê tê vekirin

Konsulusxaneya Îranê ya li Cideyê jî tê vekirin.
کوردستان TV
100%

Siûdiye û Îran bi pêşengiya Çînê têkiliyên xwe normal kirine.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku, îro sêşem balyozxaneya Îranê ya li Siûdiyeyê bi fermî tê vekirin û bi vê awayî têkiliyên dîplomatîkî yên di navbera Siûdiye û Îranê bi fermî destpê dikin.

Herwiha biryare Konsulusxaneya Îranê li Cide û nuneratiya hertimî ya Îranê di saziya hevkariya îslamî de roja 7ê Hezîranê werin vekirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.