Li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya balyoza Swêdê ya li Îraqê birêz Jessica Svardström kir.
Me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê kir.
Derbarê têkiliyên li gel hikûmeta federalî de me tekez li ser girîngî û pêwîstiya rêz girtin ji rêkeftinên navbera her du aliyan û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî û destûrî yên herêma Kurdistanê kir.
Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê û girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û ev yek diyar kir ku, lazime hilbijartin di dema diyarîkirî de werin kirin.
Balyoza Swêdê jî eşkere kir ku, rixmî kêşe û astengiyan, lê prosesa awedan kirin û geşe pêdana herêma Kurdistanê û bi taybetî jî ya Hewlêrê berdewame.
Baştir kirina rewşa jinan li Kurdistanê û girîngiya afirandina derfetên yeksan bo jinan di nava jiyana rojane de mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin