Part û aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan.
Îro part û aliyên siyasî yên Kurdî li bajarê Kerkûkê bo giftûgo kirin derbarê rweşa parêzgeha Kerkûkê de civiyan.
Di civînê de piştî nîqaşeke berfire li ser rewşa Kerkûkê daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn û hate gotin ku, eger rewşa Kerkûkê neyê normalkirin vê demê ji kontrol derdikeve û karesatên gelek mezin li Kerkûkê diqewmin.
Weke tê zanîn ev çend roje Cotkarên Kurd û Tirkman li Kerkûkê li dijî hewlên artêşa Îraq û heşda şebî yên bo dagîr kirina erdên wan didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin