Derbarê dîcîtalîze kirina bazirganî de peyamek pêşkêş kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekeşm li ser hesabê xwe li twitterê peyamek belav kiriye.
Di peyama xwe de Serokwezîrê Kurdistanê nivîsandiye; Berdewamin li ser xizmetgozarî û asankarî kirin bo xelk, hêlbirîner û bazirganan û prosesa dîcîtalîze kirinê jî berdewame.
Di vê çarçoveyê de ji niha û pêde bazirganên herêma Kurdistanê dikarin bi rêya dîcîtlaî xizmetgozariyên bazirganî bistînin û bazirganiya xwe bi rêya http://business.digital.gov.krd.tomar bikin û karûbarên xwe yên bazirganî birêve bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin