Jiber nexweşiyeke nû du kesan canê xwe ji dest dan

di nava du rojan de du kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Taya hemorrajîk jî li Kurdistanê belav bûye.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku, di nava du rojan de du welatî li Kurdistanê jiber nexweşiya taya hemorrajîk ( taya xwînberbûnê) canê xwe ji dest dane.

Wezîrê tendirostî diyar kiriye ku, ev her du welatiyên han karê wan yê rojane elaqedarbûne bi sewalan bi taybetî mer û pezan lewre rastî vê nexweşiya han hatine û canê xwe ji dest dane.

Wezîrê tendirostî herwiha diyar kiriye ku, li naverast û başûrê Îraqê ev nexweşiya han gelek zêde bûye lewre tê payîn ku, hijmara kesên ku, li Kurdistanê jî bi vê nexweşiya han dikevin zêdetir bibe, jiber vê yekê û bo pêşî girtin ji zêdetir bûna vê nexweşiya han lazime rêkarên tendirostî werin cîhbicîhkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.