Îsraîl û Azerbayican têkiliyên xwe berfiretir dikin

Îran jî li hember vê serdanê bifikare.
کوردستان TV
100%

Serokê Îsraîlê diçe Azerbayicanê.

Li gor çapemeniya Azerî biryare îro duşem Serokê Îsraîlê Isaac Hertsug bi fermî û li ser vexwandina Serokê Azerbayicanê, serdana vê welatî bike.

Çapemeniya Azerî diyar kiriye ku, di vê serdana han de behsa têkiliyên navbera Îsraîl û Azerbayicanê û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han tê kirin û tê payîn di navbera her du aliyan de çend rêkeftin jî werin îmzekirin.

Weke tê zanîn Îran li dijî hebûna têkiliyên baş û bihêz di navbera Îsraîl û Azerbayicanê deye û Îran ji vê ditirse ku, Azerbayican rê bide Îsraîlê daku, ji axa Azerbayicanê ve êrîşî ser Îranê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.