Ev balon dikare her cure balefir û mûşekek diyarî bike.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, artêşa vê welatî kariye bo parastina ewlekariya welatê xwe gaveke gelek girîng bavêje.
Di çapemeniya Îsraîlê de behsa baloneke mezin tê kirin ku, ev balona han dikare bi awayeke hûr û cidî her cure metirsiyek anjî her cure êrîşek ku, bo Îsraîlê tê kirin diyarî bike.
Balona han li herêma Celîl ya Îsraîlê hatiye bicîhkirin û dikare sînorên seraserê welat bibîne û hatine her cure balefir, dron û mûşekek ber bi Îsraîlê ve destnîşan bike û bikeve alarim û sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê jî bixe tevgerê.
Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, ev balona han dikare tevahiya mûşek, balefir û dronên ku, ji 5 welatên Îran, Îraq, Sûriye, Urdin û Libnanê ve ber bi Îsraîlê tên avêtin diyarî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin