Herêma Kurdistanê: Ev beruvajî destûr û rêkeftinane

ev guhertinên han dibin sedema alozî û nakokiyan.
کوردستان TV
100%

Komîsyona darayî ya parlementoyê hinek xalên taybet bi Kurdistanê guhertiye.

Piştî duhê komîsyona darayî ya parlementoya Îraqê her du madeyên 13 û 14 yên proje bûdceya federalî yên taybet bi herêma Kurdistanê guhert, her yek ji hikûmeta herêma Kurdistanê, Serokê herêma Kurdistanê û firakisyona PDK li parlementoya Îraqê daxuyaniyên tund dan û ev pêngava han bi pêngaveke derqanûnî û beruvajî destûr û rêkeftinên îmzekirî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilêv kirin.

Di vê derbarê de Serokê herêma Kurdistanê dibêje ku, ezmûnên derbasbûyî ev yek îsbat kirine ku, înkar kirin û bipê kirina maf û şayîsteyên  kemîneyên din li Îraqê û herwiha tevgeriyan li ser esasê kemîne û zorîne û hêz, ti car aramî bo Îraqê neaniye û hertim bûye sedema kêşeyan.

Firaksiyona PDK li parlementoyê jî tekez li ser vê yekê dike ku, ev guhertinên han beruvajî destûr û rêkeftinên îmzekiriye di navbera her du aliyan de.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.