Zêdetir ji 41 gul têne avakirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihandiye ku, bi mebesta pêşî girtin ji bikar anîna ava binerd û rizgar kirina 800 gundên Kurdistanê ji kêşeya kêmaviyê, dest bi ava kirina 41 gulên mezin bi awayeke herevezî ( kolektivîzim) tê kirin.
Hikûmet eşkere kiriye ku, ev gulên han ( pund) dibine sedema kom kirina ava baranê û bikar neanîna ava binerdê.
Têçûya ava kirina her gulekê bi giştî 1 miliyar û 600 miliyon dînare.
Heta niha li gelek deverên Kurdistanê şêniyên gundan bi awayeke kolektivîzim gulên curbicur bo kom kirina ava baranê û bikar anîna ava han ava kirine û gundên xwe ji metirsiya bêaviyê rizgarkirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin