Mesrûr Barzanî: Daxwaz ji welatiyan dikim hikûmet bi hikûmeta xwe bizanin

ji vê projeyê 25 mw elektirîk tê hêlbirîn.
کوردستان TV
100%

Kevira bingehîn ya senteraleke elektirîkî danî.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê kevira bingehîna ya santeraleke elektirîkî yaku, bi eneriya rojê kar dike danî û di merasîmê de gotarek jî pêşkêş kir.

Ev projeya han yaku, îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya vê avêt, mezintirîn projeya hêlbirîna elektirîkê ye ji enerjiya rojê û dikare 25 mw elektirîk çê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand ku, hikûmeta Kurdistanê rixmî kêşe û qirîzên darayî berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên steratejîk û girîn û ava kirina Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku, hêlbirîna elektirîkê bi enerjiya rojê yek ji projeyên steratejîk yên hikûmeta Kurdistanê ye û îro di vê çarçoveyê de li Hewlêrê kevira bingehîn ya mezintirîn projeya hêlbirîna elektirîkê bi enerjiya rojê datînin û hêvî dikin bibe sedema zêdetir pêşvebirina kerta elektirîkê li Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir daku, hevkarê hikûmeta Kurdistanê bin û ev hikûmeta bêyî cudatî ya her kesekêye û lazime welatî jî xwedî ji hikûmetê derkevin û hikûmet bi hikûmeta xwe bizanin.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, hikûmet berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên girîng û steratejîk û pêşkêş kirina xizmetgozariyên zêdetir bi welatiyan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.