FITCH: Tirkiye rastî kêşeyên gelek mezin tê

bûdceya Tirkiyeyê kêm dibe û giranî rêjeya sedî sed derbas dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje abûriya Tirkiyeyê gelek lawaz dibe.

Navenda cîhanî ya polîn kirina deyinan ( FITCH) derbarê rewşa Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinan babetek belav kiriye û nivîsandiye ku, piştî hilbijartinan vê Tirkiye rastî gelek kêşeyên dijwar were.

Di babetê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, xwedan deyinên biyanî vê daxwaza pereyên xwe ji Tirkiyeyê bikin û Tirkiye jî nikare deyinên xwe bide.

Buhayê lîreya Tirkî li hember diravên biyanî zêdetir dadikeve, rêjeya giranî sedî sed derbas dike û rezervên ( neqdîneya yedek) Tirkiyeyê gelek kêm bibin û hikûmet jî rastî kêm bûna bûdceyê were û çareser kirina wan kêşeyan jî bo Tirkiyeyê asan nabe.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.