Amerîka: Em ji Îraqê dernakevin

xelkê Îraqê dixwaze çek di destê komên çekdar de nemîne.
کوردستان TV
100%

Xelkê Îraqê naxwaze welat di destê komên çekdar de be.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romansky ragihand ku, Amerîka ji Îraqê navekêşe û li vê welatî dimîne.

Balyoza Amerîkayê herwiha diyar kiriye ku, lazime çek ji destê komên çekdar werin stendin û nabe welat bikeve kontrola wan koman jiber ku, xelkê Îraqê ji wan komên çekdar dilgiran û neraziye û Îraqî jî bi ti awayî naxwazin ku, kontrola welat di destê komên çekdar de be.

Romansky herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka dixwaze têkilî û hevbeşiya xwe ya li gel Îraqê berfiretir bike û bo vê yekê jî Amerîka berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên mezin û curbicur li Îraqê de.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.