Vê rojane 5 hezar dolar bide cîhada îslamî ya Felestînê.
Radiyo Ferda yaku, bi Farsî weşanê dike, li ser zarê kanala 12 ya Îsraîlê nûçeyek belav kiriye û di nûçeya xwe de qala vê yekê dike ku, Îran ji cîhada îslamî ya Felestînê re sozeke girîng daye.
Kanala 12 ya Îsraîlê li ser zarê jêderên îstîxbaratî belav kiriye ku, rayedarênr ejîma Îranê ji cîhada îslamî ya Felestînê re gotine ku, eger şerê Îsraîlê bikin vê Îranê netenê di warê çek û cebelxaneyan de hevkariya wan bike belku, rojane 5 hezar dolar jî dide wan.
Heta niha cîhada îslamî li ser wan belgeyan ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin