Ji aliyê komên çekdar yên Felestînî ve hatine avêtin.
Li gor çapemeniya Rojhilata Navîn, di nava 5 rojên aloziyên navbera Îsraîl û komên çekdar yên Felestînê de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan çê bûne.
Çapemeniya Rojhilata Navîn diyar kiriye ku, di nava wan 5 rojan de komên çekdar hezar û 469 mûşek ber bi navçeyên curbicur yên Îsraîlê ve hatine avêtin.
Li hember de jî Îsraîl bi mûşek û balefiran êrîşî ser 422 xalên komên çekdar yên li Xezeyê kirine.
Weke tê zanîn di nava wan 5 rojên şer û pevçûnan de herî kêm 6 Fermandarên komên çekdar hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin