li dijî fînanse kirina terorê hewlên gelek cidî tên dayîn.
îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe wisa nivîsand;
Îro bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de me kêfxweşiya xwe ya li hember vegera tîma wezarî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bo civînên civata wezîran diyar kir.
Herwiha bi navê civata wezîran jî me piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo destpêşxerî û peyama cenabê Serok Mesûd Barzanî bo aştiya nîştimanî diyar kir û tekez li ser hevhelwêstî û yekgirtiya aliyên Kurdistanî bo berevanî kirin ji berejwendiyên nîştimanî kir.
Rojeva dudiyan ya civînê taybet bû bi nirxandina pêşhatên dawî yên destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya roja 4.4.20223an.
Me balkêşande ser vê yekê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya pêbendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftinê de cîhbicîh kiriye û niha li benda hikûmeta federalî û hikûmeta Tirkiyeyê ne ku, bigehêjin rêkeftina dawî bo dubare destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê, di heman demê de lazime hikûmeta federalî jî bûdceya pêwîst bo mûçexwerin herêma Kurdistanê bo hikûmeta herêma Kurdistanê bişîne heta dema ku, proje qanûna bûdceya federalî tê pejrandin û maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê di çarçoveya bûdceya federalî de werin dabînkirin.
Rojeva sêyem ya civînê jî taybet bû bi proje qanûna rêkxistina darayiya giştî li herêma Kurdistanê, piştî giftûgo û nirxandinan, civata wezîran bi piraniya dengan biryar da bo rêkxistina darayiya giştî li seraserê herêma Kurdistanê, bi rêya navendî kirina dahat, xercî û mûçe) be û bo vê yekê jî biryar hate dayîn bi rêkxistina tevahiya çavkaniyên dahatê li bank, gencîne, deriyên sînorî, birêveberatiya bac û risûmatan bi mebesta parastina dahata giştî û bihevre girêdana wan bi rêya pergaleke dîcîtalî ya elektironîkî.
Her di vê çaçroveyê de biryar hate dayîn ku, di xerciyan de girîngî bi mûçeyê weke xerciyeke sereke were dayîn bo xerciyên din jî ji bilî mûçe lazime mekanîzimên goncaw û bi awayeke dadmend li ser esasê hijmara şêniyên her parêzgehe û îdareyeke serbixwe, pere were xerckirin bo misoger kirina cîhbicîh kirina vê biryara han jî Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr hatin pîwerdarkirin bo danîna mekanîzma pêwîst bo ku, piştîvaniya wezaret û aliyên pîwerdarkirî bo cîhbicîh kirina vê biryaran bikin.
Di berdewamiya civînê de derbarê kêşeyên ewlekarî de jî civata wezîran biryar da lêkolîneke hevbeş bi rêya komîteyeke pispor ji dezgehên têkildar were kirin bi awayek dûr be ji destwerdana siyasî û piştî lêkolînan jî lazime rêkarên qanûnî werin cîhbicîhkirin.
Di rojeva çarem û dawî ya civînê de jî raporta wezareta navxwe ya derbarê bersif dana nirxandina nîştimanî ya hikûmeta federalî bo metirsiyên spî kirina pere û fînanse kirina terorê, ev raporta han ji aliyê wezîrê navxwe birêz Rêber Ehmed ve hate pêşkêşkirin.
Civata wezîran rixmî destxweşî kirin ji wezareta navxwe û aliyên têkildar bo hewl û rêkar û pêngavên bo rûbirû bûna metirsiyên spî kirina pere û fînanse kirina terorê, bo vê yekê jî heta dema qanûneke nû tê amadekirin, li herêma Kurdistanê bo vê babeta han, civata wezîran, wezaret û dezgehên têkildar pîwerdarkir ku, berdewam bin li ser hemahengiya li gel dezgehên hevpîşe yên hikûmeta federalî û dezgehên cîhanî bo vê babetê ku, kêşeyeke navnetewiye, herwiha civata wezîran tekez li ser pêbendiya herêmê bo rêkarên rûbirû bûna metirsiyên spî kirina pere û fînanse kirina terorê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin