Di topbarana artêşa Tirk ya li ser gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê de, welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çeteyên wê saet derdora 10:00’an gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Ebdulfetah Hisên (38) ku li erdê xwe kar dikir, şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne: Xalis Hec Hozeyfa (35), Ebdullah Elêwî (27), Îbrahîm Geraf (38) û Hafiz Muhemmed Geraf (27).
Ji anha hatiye wergirtin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin