Swêd: Spaha Pasdaran terorîste

tevahiya partiyên siyasî yên Swêdê jî deng dane vê proje qanûna han.
کوردستان TV
100%

Proje qanûna taybet bi vê li parlementoyê hat pejrandin.

Duhê çarşem parlementoya Swêdê proje qanûna nasandina spaha Pasdaran ya Îranê weke tevgereke terorîstî pejrand.

Ev proje qanûna han yaku, bi piraniya dengên parlementerên Swêdê ve hatiye pejrandin, di çarçoveya proje qanûna hevbeş ya Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye pejrandin û piştî ku, kete meriyetê, vê li Swêd û Ewrûpayê ti tevgereke bazirganî û dîplomatîkî ya spaha Pasdaran nemîne û darayiyên spahê jî werin misadirekirin ( dest li ser wan were danîn).

Tevahiya partiyên siyasî yên Swêdê jî deng dane vê proje qanûnê û kêfxweşin ku, spaha Pasdaran xistine nava lîsteya terorê de.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.