Berpirsê yekeya mûşekî ya hêzên Qudis hate kuştin

navê wî Fermandarê han Elî Xaniye û li Xan Yûnisê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Xan Yûnisê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Piştî êrîşa duhê ya çekdarên Felestînî bo ser Îsraîlê yaku, bi 100 mûşekan ev êrîş pêk anîbûn, artêşa Îsraîlê jî îşev bersifeke dijwar da wan êrîşan.

Artêşa Îsraîlê îşev bi mûşek û balefiran êrîşî ser devera Xan Yûnis ya li Başûrê Xezeyê kiriye û di encama êrîşa han de gelek endamên koma çekdar ya hêzên Seraya Qudis hatine kuştin.

Herwiha di vê êrîşa han de Fermandarê giştî yê yekeye mûşekî ya hêzên Qudis Elî Xalî jî hatiye kuştin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Îsraîl dîsa 3 Fermandarên mezin yên koma çekdar ya cîhada Îslamî kuştibû.

 

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.