Tirkiye: Em li ser amade kirina nexşerê lihev kiriye

Sûriye jî dibêje heta Tirkiye nevekêşe û encamên hilbijartinan diyarî nebe em ti gavek navêjin.
کوردستان TV
100%

Duhê civîna çar alî li Rûsye destpê kiribû.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ragihand ku, duhê beşdarî civîna çar laî ya di navbera wezîrên derve yên Îran, Rûsye, Sûriye û Tirkiyeyê de kiriye.

Çawişoglû eşkere kiriye ku, di civîna duhê de giftûgo li ser parastina yekîtiya axa Sûriyeyê, serweriya Sûriye û amade kirina nexşerêya normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê hatiye kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, di civînê de her çar aliyan lihev kiriye daku, di demeke nêz de nexşerêya normal kirina têkiliyan amade bikin.

Weke tê zanîn rejîma Sûriyeyê pêştir diyar kiribû ku, lazime hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê vekêşin pişt re hewl bo normal kirina têkiliyan were dayîn. Rejîma Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kiriye ku, heta Tirkiye hêzên xwe nevekêşe û hilbijartinên Tirkiyeyê bi dawî nebin, bo normal kirina têkiliyan ti gavek navêjin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.