Di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê deye.
Biryare îro çarşem 10 gulanê, deriyeke din ya sînorî di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê de were vekirin.
Vê îro li devera Mêrgesorê ya li Barzanê, merasîmeke fermî bi beşdariya hijmareke rayedarên hikûmetê û berpirsên îdareya serbixwe ya Soran û hin rayedarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê jî bo vekirina vê deriya han were organîzekirin.
Ev deriya han di merheleya yekem de weke rêyeke hatûçûya rêwîngan di navbeera Başûr û Bakûr de tê bikaranîn lê pişt re weke rêyeke bazirganî jî were bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin