Karê navenda han hemahengiya leşkerî dibe.
Civînên çar alî yên taybet bi rewşa Sûriyeyê û normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê didomin û di vê derbarê de wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê daxuyaniyeke nû da.
Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar diyar kiriye ku, di wan rojan de careke din civîneke din ya çar alî di navbera nûnerên wezaretên berevanî yên Îran, Tirkiye, Rûsye û Sûriyeyê de tê lidarxistin.
Akar di beşeke din ji gotinên xwe de behsa ava kirina navendeke nû ya hemahengiya leşkerî ya çar alî li Sûriyeyê jî kiriye û gotiye: Di demên pêş de bi hevbeşî di navbera Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyeyê de navendeke hemahengiya leşkerî li Sûriyeyê tê avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin