Dibêje Îran dixwaze aramiya deverê têk bibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu di gotara xwe ya duhê de huşdarî daye Îranê û ragihand ku, Îsraîl û welatên din yên cîhanê bi ti awayî rê nadin Îran bibe xwedan çekên etomî.
Netanyahu behsa vê yekê kiriye ku, Îsraîl hewldanên xwe yên dîplomatîkî li dijî Îranê didomîne û li ser asta cîhanî jî gelek welat li gel Îsraîlê li dijî bernameya etomî ya Îranê hemfirkirin.
Netanyahu di beşeke din ji gotara xwe de balkêşandiye ser helwesta welatên deverê li hember bernameya etomiya Îranê û gotiye welatên deverê jî beşeke zêde ji wan li gel me hemfikirin jiber ku, dizanin Îran hewl bo têkdana aramî û ewlekariya deverê dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin