Li tevahiya deverên Sûriyeyê alayên Îranê hatine komkirin.
Riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku, piştî biryara Komkara Erebî ya bo vegera Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî soza parastina serweriya cîhana Erebî daye Komkarê.
Riwangeha mafên mirovan eşkere kiriye ku, di çarçoveya wan pêşkeftinan de, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî ferman daye hêzên çekdar daku, li seraserê Sûriyeyê alayên Îranê yên ku, ji aliyê komên çekdar ve li Dêra Zorê, Elbûkemal, Meyadîn, Tedmûr û Himisê hatibûn hildan, werin komkirin û nabe careke din ev alayên han werin bilindkirin.
Çavkaniyê ev yek diyar kiriye ku, Esed soza derkirina çekdarên Îranî bi taybetî koma çekdar ya Fatimiyûn li Sûriyeyê daye Komkara Erebî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin